Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) — ABNA — Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bi merasîmekê peymanên derbarê têkiliyên derve, darayî, aborî û enerjiyê de îmze kirin.
Beriya îmzekirina peymanan El Zeydî û Pizişkiyan hevdîtineke dualî pêk anîn. Di hevdîtinê de dosyayên hevbeş, rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî, xurtkirina hevkariya di gelek waran de di navbera her du welatan de nîqaş kirin.
El Zeydî vê sibehê di çaçroveya serdaneke fermî de gihişt paytexta Îran Tehranê. El Zeydî bi rayedarên Îranê re hevdîtin pêk anîn, dosyayên herêmî û yên her du welatan gotûbêj kirin.
Your Comment